Kurdistan
'Şervanên HSDê tên berdan û koçber vedigerin Serê Kaniyê'
PeyamaKurd - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn ragihand ku dê di nava 24 demjimêran de hinek şervanên din ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li cem hikûmetê girtî bûn, têne berdan.
Efrîn her wiha bal kişand ser mijara vegera koçberan û got ku ji bo vegera koçberan amadekariyên berfireh hatine kirin.
Hate diyarkirin, di 4 rojên bê de karwanê duyem ê ku ji 1035 malbatan pêk tê dê vegerin ser mal û milên xwe yên li Serê Kaniyê.
Hêjayî gotinê ye, karwanê yekem ê ku ji 410 malbatan pêk dihat, di 10ê Tebaxa 2026an de vegeriyabû bajarê Serê Kaniyê.