Kurdistan
Sêwirmendê Berhem Salih birîndar bû
PeyamaKurd- Şêwrimendê serokkomarê Iraqê yê Berhem Salih yê bi navê Serkewt Huseyîn dema dikeve navbera du birayên ku di navbera wan de arîşe heye û di encamê de her dû bira li hev nakin, dest davêjin sîlihan. Di encamêde birayekî tê kuştin û şêwirmend Serkewt Huseyîn jî birîndar dibe.
Tevî ku her du bira daxwaza navbeynkariyê li Serkewt Huseyîn kiribûn û xwestibûn wan ji hev veqetîne, di navberê de Huseyîn jî birîndar bû. Serkewt Huseyîn birine nexweşxaneyekî li Hewlêrê bo dermankirinê.