TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şêwirmendê Erdogan: Peyva 'Kurdistan' bikar neyînin

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2026 16:33

PeyamaKurd - Yek ji Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, gotareke berfireh li ser pêvajoya aştî û çareseriyê belav kir û nirxandinên xwe bi raya giştî re parve kirin.

Uçum di gotara xwa ya bi serenavê “Di pêvajoya veguhêz ya Tirkiyeya Bêteror de qonaxa dawî” hûrgiliyên nû yên paradîgmaya dewletê eşkere kirin.

Uçum got ku ev pêvajo di bin serokatiya Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî de bi serkeftî dimeşe û banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an a li ser bingeha "yek dewlet û yek netewe" ya fesihkirina PKKê wekî pêngaveke dîrokî bi nav kir.

Peyva ‘Kurdistan’ dibe asteng

Mehmet Uçum bertek nîşanî gotina “Kurdistanê” da ku vê dawiyê ji aliyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ve jî dema pîrozbahiyên Amedsporê hatibû bikaranîn.

Uçum got ku divê di vê qonaxa hesas de ev têgih bi tu awayî neyê bikaranîn, ji ber ku gotina Kurdistanê têgiheke siyasî ya etnîkî ye û ji bo yekparçeyiya xaka Tirkiyeyê wekî pirsgirêkeke mezin tê dîtin.

Uçum hişyarî da hemû aliyan ku armanca yekane ya vê serdemê tenê jiholêrakirina bi temamî ya terorê ye û dayîna wateyên cuda zirarê dide aramiya civakî û nexşerêya qonaxa veguhêz.

Parve bike: