TR KU SO
FB X
Kurdistan

Silêmanî | Berdevkê PDK: PKK bi darê zorê pere ji karker, koçer û bazirganan distîne

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2019 17:47

PeyamaKurd - Çekdarên PKKê li sînorê nahiyeya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê bazgeh û xalên kontrolê danîne û bi zorê pereyan ji karker û koçer û bazirganan distînin. Lewma jî xelk pir bêzar û hêrs bûne.

Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDK ya Silêmanî – Helebçe Eta Şêx Hesen da xuyakirin, “Hejmara çekdarên PKKê li navçeyê zêde bûye û bazgehên xwe li pêşiya xelkê danîne û gumrik û pereyan ji karker û bazirganan distînin” û wiho got: “Ew çekdar li hemû sînorê Şarbajêr belav bûne û herwiha pereyan ji koçer û xwediyê pez distînin.”

Li gorî nûçeya KDP.infoyê Eta Şêx Hesen da zanîn: “Ev çendîn sal e ku çekdarên PKKê li Şarbajêr bazgehên xwe yên neyasayî danîne û bac û serane û pereyan ji xelkê feqîr û karkeran û ji bazirganan distînin. Herwiha ew kesên ku pezên xwe dibin zozanan, gumrik û serane ji wan distînin.”

Hesen wiha pê de çû: “Çekdarên PKKê eziyetê didin xelkê navçeyê û ew pir bêzar û hêrs bûne. Herwiha ji ber dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê, deriyê nû yên qaçaxê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de vedibin û wek pêwîst nayên kontrolkirin, lewma jî hêzên PKKê li ser sînor bazgeh û xalên xwe danîne ku zêdetir gumrikê bistînin.”

Parve bike: