TR KU SO
FB X
Kurdistan

Singal | Hesda Seibî bi ser servanên Êzidxanê de girt

Admin S
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2018 15:42

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hêzeke girêdayî Heşda Şeibî li Şingalê bi ser baregeheke pêşmergeyên Hêzên Parastina  Êzidxanê de girtin û 30 pêşmerge bi xwe re birin.

Li gor daxuyaniya Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo bo medya Kurdistanê, “Şeva borî hêzeke Bedir ser bi Heşda Şeibî, bi navê artêşa Iraq û Îstîxbarata Iraqê, bi armanca pişkinînê çûne baregaheke me ya li navenda Şingalê û hemû hêza ku li baregahê bû bi xwe re birine.”

Heyder Şeşo diyar kir hêzên Êzidxanê li Şingalê ketine amadebaşiyê û got: “Hêza me niha di amadebaşiyê de ye. Me rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê û beşeke Şigalê girtine û Hêza Parastina Êzidxan rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê girtine. Eger hêzeke Heşda Şeibî dest bi liv û tevgerekê bike, em ê bersiv bidin.”

Şeşo daye xuyakirin ku hîn ti zanyariyên wan derbarê bûyerê de nîn in û dema ew hêza wan were berdena dê li gor wê bersivekê bidin.

Hêjayî gotinê ye, dema 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk û Şingal ketibû jêr kontrola hêzên Iraqî û Heşda Şeibî hêzeke bi qasî 100 kesan ya Hêzên Parastina Êzidxanê li çend cihên Sinûne û Şingalê mabû.

Parve bike: