TR KU SO
FB X
Kurdistan

Singalê yekem qurbaniyên koronayê dan: 2 kesan ji ber vîrusê can da

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2020 17:45

PeyamaKurd – Li Şingalê cara yekem, 2 kesan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebirê Tenduristiya Nînowayê ragihand ku 2 kesên ji komelgeha Zorava ya ser bi qezaya Şingalê ve, bi vîrûsa Koronayê can dane ku mêrekî 45 salî û jineke 42 salî ne.

Tenduristiya Nînowayê diyar kir, berî çend rojan tenduristiya wan her du kesan ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê têk çûbû û ji bo nexweşxaneya Mûsilê ya Koronayê hatibûn veguhestin.

Li gorî jêderên Şingalê heta niha 8 pêketiyên koronayê li Şingalê hatine tomarkirin.

Parve bike: