Sipan Hemo: Kesên êrîşê Kurd û remzên Kurd dikin fitnekar in
PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bervaniya Sûriyê Sîpan Hemo bertekê nîşanî êrîş û heqaretên li Helebê yên li Kurd û remzên Kurda kirine da û got ku kesên bûyerên kit e kişt bikin bahane û dijberiyê bixin nav pêkhateyên Sûriyê, li hemberê wan bi sebir bin.
Sîpan Hemo, di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got rûdanên ku xerakirina aştiyê kirine armanc, temamê wan tevgeran bi hev re têkildarin û weha dewam kir:
“Li Kobaniyê kesên ala Sûriyê daxistin û li Helebê kesên heqaretê li Kurd û remzên Kurda kirin, di eslê xwe de cudakar û xwedî mêjiyê fitnekariyê ne. Li hemberê tevgerên weha yên êrîşker, divê em bi hevre tevbigerin, yekîtiya netewî û pêkvejiyana bi hev re xwurt bikin.
Kesên van rûdanan kirine, wê bê ceza nemînin, kesên ala Sûriyê kêm dixin an êrîşê Kurd û qiymetên Kurdan dikin, her kî bin, wê li gor hûqûqê hesabê xwe bidin. Kesên tevî bûyerê bûne, dê bê ceza nemînin, her hewla ku îstîqrara Sûriyê û ewlehiya wê tehdîd bike, dê li gor qanûnan bersiva xwe bibîne.”
Sîpan Hemo bang kir asta dijberiyê daxînin û weha dewam kir:
“Ez bang dikim ku temamê welatiyên me aram bin, bi berpirsiyariya netewî tevbigerin. Nekevin ber pêlên leystikan. Bila herkes di malên xwe de bimîne, bila herkes bê ku li ol û netewa kesan binêre, bila ji hev re rêz bigrin û li gor riha Remezanê û Newrozê tevbigerin û wexta xwe derbas bikin.”