ENKSê êrîşên li dijî malbatên Kurd ên Girê Spî şermezar kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşên li dijî malbatên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiyê vegeriyane ser mal û milkên xwe yên li Girê Spî, daxuyaniyeke tund belav kir û daxwaz kir ku tawanbar bên darizandin.
Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya ENKSê de hat diyarkirin ku duh 26ê Cotmehê hejmarek ji malbatên vegeriyayî rastî lêdan, êrîşên fîzîkî, gefên kuştinê û şewitandina wesayîtên xwe hatine, her çend vegera wan bi hevahengiya Parêzgariya Reqayê û rêveberiya heremê pêk hatibû.
ENKSyê destnîşan kir ku ev kiryar û binpêkirin astengiyeke metirsîdar li pêşiya vegera ewle û dilxwazî ya koçberan çêdikin û derbeke giran li aştiya civakî dixin.
Konseyê bang li Hikûmeta Sûriyê û desthilatên herêmî kir ku lezgîn komîteyeke lêkolînê ava bikin, tawanbaran ceza bikin û ewlehiya malbatên vegeriyayî mîsoger bikin, her wiha tekez kir ku nabe mafên sivîlan bên armanckirin.