Kurdistan
Sîretkarê Xamaney û sererkanê berê yê Îranê mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şîretkarê leşkerî yê Rêberê Îranê Elî Xamaneyî û sererkanê berê yê artêşa Îranê Hesen Fîrûzabadî ji ber nexweşiyê miriye.
Li gorî ragihandina medya Îranê, îro danê sibê şîretkarê leşkerî yê rêberê Îranê û sererkanê berê yê hêzên çekdarên Îranê, Hesen Fîrûzabadî jiyana xwe ji dest da.
Wekî sedema mirina Fîrûzabadî “nexweşî” hatiye ragihandin û ti hurgilî nehatine belavkirin.
Hesen Fîrûzabadî sala 1951ê li bajarê Meşhed yê Îranê ji dayîk bûye û nojdarî xwendiye.
Dema ji aliyê Xamanêyî ve wek sererkan hat destnîşankirin, ti pileyeke wî ya leşkerî nebû, tenê besîcekî sade bû. Fîrûzabadî 27 salan sererkantiya hêzên çekdar yên Îranê kir.