TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Rêberê nû yê Îranê kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2026 18:27

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya hilbijartina Mucteba Elî Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê Komara Îslamî ya Îranê, peyameke pîrozbahiyê şand.

Piştî ku Rêberê berê Elî Xamineyî di êrişeke Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, kurê wî Mucteba Xamineyî wekî şûngirê wî hat diyarkirin.

Barzanî di peyama xwe de silavên germ pêşkêşî Rêberê nû û gelê Îranê kir û di erka wî ya nû de serkeftin ji bo wî xwest.

Di peyamê de Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina van têkiliyan anî ziman.

Barzanî destnîşan kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên dîrokî û dostane li gel Îranê bi pêş bixin û diyar kir ku ev hevkariya her du aliyan, ji bo berjewendiyên her du gelan û pêkvejiyana aştiyane ya li tevahiya herêmê girîng e.

Parve bike: