Siroveya Serok Barzanî li ser hikûmeta Iraqê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyaSekreterê Partiya Komunist ya Iraqê Rayîd Fehmî û şanda ligel kir.
Di hevdîtinê de Sekreterê Partiya Komunist nêrîna partiya xwe ya di barê proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran de ji bo Serok Barzanî şîrove kir û hêvî kir ku piştî derketina encamên fermî hemû aliyek bikarin di proseya siyasiya Iraqê de şirîk bin.
Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li wê yekê kir ku partiya Komunist ya Iraqê dixwaze hemû alî di hikûmeta pêş de bi awayekî rasteqîne beşdar bibin û xiste rû ku dixwazin ku hevpeymaniya Saîrûn helwesteke erênî li ser daxwaz û mafên gelê Kurdistanê hebe.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo helwesta Partiya Komunist ya Iraqê anî ziman û tekez li wê yekê kir pêkhatina hikûmeta pêşerojê ya Iraqê pêwîst e li ser bingeha sê prensîpên şeraket û tewafuq û hevsengiyê bê.
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku bicihkirina wan bingehan pêwîstî bi diyarkirina misogerî û mekanîzma zelal û yekalîkirina hemû naverokan e.
Serok Barzanî got ev jî pêwîst e berî diyarkirina kesayetiyan ji bo wergirtina postan encam bidin û herwiha ji aliyê Herêma Kurdistanê ve prensîb, mekanîzma bicihkirinê û hebûna misogeriyê ewlewiyeta serekî ye ne ku kesayetî û post.