Soylu: “Alîkariyên ku di ser AFAD ê de hatin me qebûl kir”
PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser erdheja Xarêpêtê ku bo mexdûrên wê alîkarî têkirin, di raya giştî de hinek nûçe belav bûn û di nûçeyan de hat gotin ku alîkariyên ji aliyê şaredariyên HDP ê de hatin şandin, bi paşde şandine, got ku her tişt ji aliyê AFAD ê de tê birêxistin û ew kesên an dezgeyên ku di rêya AFAD ê de alîkariyê şandine, wan paşde venegerandine.
Berê, şaredariya navçeya Erxenê ku di destê HDP ê de ye û 2 kampon alîkarî şandibû, lê ji aliyê dewletê de, bi paşde hatibû şandin. Wezîr Soylu li ser mijarê weha got:
“Bi sedema ku şaredariya Qersê bi AFAD ê re hevkarî kiribû, me alîkariya wan qebûl kir. AlÎkariya Erxeniyê di dema krîzê de, bi sedema tenduristiyê û ewlekariyê me paşde şand.”
Soylu got; ew alîkariyên ku di ser hevakariya AFADê tên, kes wan paşde neşandiye û naşîne.