Kurdistan
Talabani: Hewldanên ji bo avakirina hikûmetê tên xurtkirin
PeyamaKurd - Endamê kadroya serkirdatiya YNKê Pala Talabani ragihand ku di navbera YNKê û PDKê de ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê hewl û danûstandin hatine xurtkirin.
Talabani da zanîn ku her du alî li ser pêwîstiya avakirina hikûmetê di zûtirîn demê de hemfikir in û ji bo çareserkirina kêşeyan hewl didin.
Derbarê helwesta Tevgera Nifşê Nû de jî Talabani diyar kir ku têkiliya wan a bi wê tevgerê re normal e û peymana di navbera wan de didome.
Tevî daxuyaniya Nifşê Nû ya ku ew ê di nava mûxalefetê de bimînin, çavkaniyên YNKê tekez kirin ku ew dixwazin bi rêya dengên xwe balansa siyasî biparêzin û di hikûmetê de cîh bigirin.