Talabanî: Plana Amerîkayê tinebû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê bikar bîne
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistane Qubad Talabanî ji rojnama The National re axifî û di axaftina xwe de got ku plana Amerîkayê tinebû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê bikar bîne.
Talabanî got ku di navbera van partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê de, weka pêvajoya di navbera Tirkiye-PKKe de pêşniyar kir ku pêvajoyekî bidin destpêkirin.
Talabanî ji rojnama The National re ragihand ku serokê Amerîkayê Trump gotiye “çekan daye Kurdan” jî rave kir. Talabanî got ku agahiya wî ji wan çeken nediyar tine, çi cûre çekin, li ku derêne û dane kî agahiya wî nîne lê ew baş bawere ku ti kesî çekan nedaye wan.
Talabanî got ku Amerîka soz daye Herêma Kurdistanê ku wê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li hemberê Tehranê bikar neyne û Kurdistan vê agahiyê daye Tehranê jî.
Herêma Kurdistanê ji Amerîkayê xwestiye ku Kurdistanê di derveyê şer de bihêle û Amerîka daxwaza wan qebûl kiriye.
Li ser mijara ku balyozê Tehranê yê Bexdayê ji Bexdayê xwestiye partiyên Kurd yên muxalifên Îranê ji herêmê derxin an wan teslîmî Bexdayê bikin û goya li ser mijarê li hev kirine. Talabanî plana mijarê piştrast nekir.
Talabanî got ku di şûna vê de, çawa di navbera Tirkiye-PKKê de pêvajoyekî aştiyê dest pêkiriye, pêvajoyekî weka vêya li Îranê jî bimeşînin. Talabanî got:
“Di vê çaxa ku em dixebitin da aştiyê ava bikin, ev ji bo rêvebiriya Îranê û grûbên muxalifên wan jî, ji bo aştiyê bikin, derfet heye. Pêvajoya niha ya aştiyê ye. Divê serpereştiya pêvajoya aştiyê serpereşt bi xwe bigrin ser xwe.”