TR KU SO
FB X
Kurdistan

Talebanî bo Berhem Salih: "Hetanî îro tu li kur bû pere qediyan hê tu veqetiya"

📅 29 nîsan 2018 02:43

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî (kurê Mam Celal Talebanî) bi tundî Berhem Salih rexne kir û ragihand ku dema pere qediyan ji YNKê veqetiya.

Hat ragihandin ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê bi tundî Berhem Salih rexne kir û got: "Piştî ku pere neman dev ji YNKê berda."

Li gor agahiyên di dest de Qubad Talebanî di mîtîngekê de bi tundî êrişî Berhem Salih kiriye û gotiye, hinek kes heta pere hebû li nav YNKê de bûn, lê dema pere nema, veqetiyan û niha jî behsa kêmasiyên hikûmetê dikin.

Qubad Talebanî di axaftina xwe de navê Berhem Salih nehaniye ser ziman lê gotiye, yek ji wan kesan du caran serokê hikûmetê bûye û carekî jî cîgirê serokê hikûmeta Iraqê bûye û demek dirêj jî cîgirê Mam Celal bû. Dema ku te ev wezîfe dikirin çima reform nekirin, hûn kesên bêwijdan in û dixwazin li hemberî YNKê komployan pêk bînin.

Parve bike: