TR KU SO
FB X
Kurdistan

Termê Axînka 6 salî hat dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tebax 2022 14:31

PeyamaKurd – Termê Axînka 6 salî, piştî desteserkirina kujerê wê û bavê wê Farûq Mîrza bi rojekê, do bi şev hat dîtin.

Hat zanîn ku navê kujer B.D.S ye û di lêpirsîna destpêkê de kujer li xwe mikur hatiye ku Farûq Mîrza û keça wî Axînk kuştiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Pêncşema borî 4ê meha Tebaxê, Farûq Mîrza û keça wî Axînk ên Êzîdî, ji aliyê hevalê xwe ve hatibû vexwendin û li baxê hevalê xwe hatibû kuştin, piştî sê rojan, meytê Farûq li heman cihî hat dîtin.

Herwiha do bi şev 12ê Tebaxê, meytê keça 6 salî Axînk jî hat dîtin.

Parve bike: