Kurdistan
Termê penaberekî li Wanê hat dîtin
PeyamaKurd - Li ser sînorê Îranê yê navçeya Elbak a Wanê cenazeyê penaberekî ku ji sermê qefilîbû û miribû hat dîtin.
Hat zanîn ku termê wî penaberî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê gundê Kaşkol ê navçeya Elbak a Wanê hatiye dîtin û li gorî zanyariyan, dema wî penaberî xwestiye derbasî Tirkiyeyê bibe qefiliye û can daye.
Cenazeyê penaber piştî lêkolînan ji bo otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Wanê hatiye veguhestin.
Par jî piştî helîna berfê li heman deverê termê hejmarek kesên xwestine bi qaçaxî derbas bibin û ji ber serma zivistanê can dane hatibûn dîtin.