Kurdistan
Terorîstê DAISê yê ku INTERPOL li pey wî bû, li Tirkiyê hat girtin
PeyamaKurd - Terorîstê rêxistina DAIŞê ku destê wî di tevkujiya Spyker a zêdetirî hezar û 700 kes hatibûn kuştin de hebû, li bajarê Bolû yê Tirkiyê hat girtin.
Hat ragihandin ku terorîstê bi navê Arkan Taha Ahmed ê Polîsê Navdewletî (İnterpol) li pey wî bû, li bajarê Bolû yê Tirkiyê hatiye desteserkirin û bo dadgehê hatiye veguhestin.
Tevkujiya li baregeha leşkerî ya Spyker li Iraqê, sala 2014an li Tigrîtê hatibû kirin û ketibû dîrokê. Parlamentoya Iraqê piştre ragihandibû zêdetirî hezar û 700 xwendekarên leşkerî û endamên ewlekariyê di wê komkujiya DAIŞê de hatine kuştin.