TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tesîsa ji xaza metanê elektrîkê çêdike hat vekirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2021 20:35

PeyamaKurd – Şaredariya Diyarbekirê bo çareseriya gilêşa bajêr bike, ji gilêşê tesîseka ku ji xaza metanê elektrîkê çêbike ava kir. Navê projeyê Rêvebiriya Gilêşa Hişk ya Entegreyê (EKAY) ye. Parêzgerê Diyarbekirê Münir Karaloğlu, di merasimê de got ku mijara herî mezin depokirina gilêşêye, lewra bo wê sehayekî tesbît kirine.

Devera Qerejdaxê kaniya avê ye û heya niha hemû gilêşê li wê derê komkirine û ev kiryarekî xebare. Karaloğlu weha got:

“Lê li Qerejdaxê ji gilêşê çiyayekî ava kirin. 20-30 sale temamê gilêşê li Qerejdaxê komkirine û gemarî kirine. Av, hewa û axa wê tije jehr bûye.”

Niha ew berhemên bi jehr yên ji gilêşê çêdibin hatine bêbandorkirin û ji gilêşê dest bi hilberîna elektrîkê kirine û Karaloğlu weha got:

“Bi fermana serokkomar hedefa me gilêşa sifre. Em ê li bajêr gilêşê li gor cûreyên wê ji hev veqetînin. Em dixebitin da wê hînê hemwelatiyan bikin. Gilêşa em nikaribin ji hev veqetînin em ê bi xêra vê tesîsê ji hev veqetînin.”

Parve bike: