TR KU SO
FB X
Kurdistan

TIR di berfê de nikaribûn herin û bo çûnûhatê bûn asteng

Admin M
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2021 04:24

PeyamaKurd – Di navbera bajarê Bedlîsê û Baykanê de TIR ên ku nikaribûn ji berfa zêde herin û rê îşxal kirin, bûn sedema ku erebe nikarin herin û werin. Bi wê sedemê bo wexteka zêde rê hat girtin. Tîmên şaredariyan û yên rêyên bejayiyê mudaxele kirin û piştî rê vekirin, TIR karibûn herin.

Tîmên şaredariyê û rêyên bejayê li bajaran û yên Rêvebiriya Taybet ên parêzgehê li gundan bê rawestin rêyan ji berfê paqij dikin.

Li gor ragihandina metorolojiyê; wê îşev berf li bajarê Bedlîsê û dora wê heya siba bibare.

Parve bike: