TR KU SO
FB X
Cîhan

Reuters: Mîsiyona SpaceXê ya li Ukraynayê hat astengkirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2026 14:45

PeyamaKurd - Mîsiyona SpaceXê ya li Ukraynayê hat astengkirin

Fermana Sînordarkirinê ji Qesra Spî da

Li gorî nûçeya taybet a ajansa Reutersê ku pişta xwe bi 3 rayedarên payebilind girêdaye, biryara sînordarkirina pergala satalaytê (peykeyê) ya Starshieldê ku ji aliyê şîrketa SpaceXê ve ji bo artêşa Ukraynayê dihat bikaranîn rasterast ji aliyê Qesra Spî ve hatiye dan.

Rayedaran diyar kir ku ji Pentagonê re peyamek hatiye şandin da ku leza sîstema Starshieldê ya di destê Ukraynayê de bê kêmkirin.

Rayedarên Ukraynayê piştî van guherînan bi Waşintonê re ketine têkiliyê û ji wan re hat ragihandin ku ev biryareke rasteqîn a Qesra Spî ye.

CEOyê SpaceXê Elon Musk jî bal kişandibû ser vê rewşê û diyar kiribû ku kontrola vê pergalê di destê hikûmeta DYAê de ye.

Ev biryara sînordarkirinê piştî alozbûna têkiliyên di navbera Kiyêv û Waşintonê de hat.

Nûnerên Amerîkî di hevdîtinan de nerazîbûna xwe li hemberî êrişên Ukraynayê yên li ser rafîneriyên Rûsyayê anîn ziman.

Her wiha hevdîtin û lihevkirina DYAê ya li gel Rûsyayê ya ji bo kirîna 2.25 milyon bermîl sotemeniya dîzelê, bû sedema bertekên tund ên Ukrayna û welatên Ewropayê.

Piştî ku Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ev peymana dîzelê wekî "nîşana lawaziyê" bi nav kir, Donald Trump jî bang li Ukraynayê kir ku li welat hilbijartin bên kirin û daxwaza dûrxistina Zelenskî ji erka wî kir.

Parve bike: