Kurdistan
Tirkiye: 4 DEASî bo balyozxane ya Amerîkayê hatin girtin
Çar DEAŞiyên ku xwe amade kiribûn da tevgerek bo ser balyozxanê ya Amerîkayê ya Ankara bikin, hatin girtin. Her 4 DEAŞî li bajarê Samsûnê hatin girtin.
Her 4 gumanbarên ku li Samsûnê hatin girtin, wê di balyozxana Amerîka ya Ankara de qewimandinan bikirina. Di xebata ku ji aliyê polîsên Samsûnê de hat kirin, navên her 4 kesên endamên DEAŞê jî hatin aşkerakirin.
DEAŞiyên ku ewilî hatin girtin, li ser rêya ku ji Samsûnê diçe Ankara, di noqteya kontrola asayîşê de hatin girtin û yên din li ser Îfadê wan, bi operasyonê hatin girtin. Balyozxane ya Amerîkayê bo rojekî karê xwe yê rojane betal kiribû.