Kurdistan
Tirkiye ji ser Silopî-Zaxo dest bi sandina elektrîkê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kompaniyeke Tirkiyê li destûra hikûmet û Saziya Bazara Enerjiyê li Tirkiyê (EPDK) heta 150 megavatan dest bi hinardekirina elektrîkê bo Iraqê dike.
Hat ragihandin ku wê elektrîk ji ser xeta Silopî û Zaxoyê bê şandin ku wê hinardeya elektrîkê ji 28ê Kanûna 2020an heta 1ê Mijdara 2021ê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, hefteya borî Serokwezîrê Iraqê bi şande bilind serdana Tirkiyê kiribû û li ser hejmarek babetên petrol, aborî, bazirganî û enerjiyê girêbest îmze kiribûn.