Kurdistan
Tirkiye li Agiriyê dest bi operasyonan kir
PeyamaKurd – Wezareta kerên hundir ya Tirkiyê ragihand ku wan li Agiriyê, bi navê Eren Abluka-10 ê li Agiriyê dest bi operasyonan kiriye. Li gor ragihandina wezaretê, wan agahî sitendiye ku wê PKK li Agiriyê xebata xwe xwurt bike û MİT ê agahî sitendiye ku wê PKK grûbekî ji 5 kesan bişîne devera Agiriyê û lewra dest bi operasyonê kirine.
Li gor ragihandina wezaretê; operasyon di bin serpereştiya fermandariya cendirmeyan ya herêma bajarê Erzeromê de dimeşe û tîmên komandoyên ji cendirmeyan, tîmên taybet yên cendrimeyan û cerdevan tevlî operasyonê dibin. Jimara kesên tevlî operasyonan dibin 915 kesin ku ji wan 52 kes tîmên operasyonelin.