Tirkiyê li herêma Bradostê çeperên PKKê hedef girtin!
PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Tirkiyê li Kurdistanê li navçeya Sîdekan li herêma Bradostê kozik û çeperên PKKê bombebaran kirin.
Di derbarê bûyerê de Rêvebirê herêma Sîdekan Îhsan Çelebî ji çapemeniya Kurdistanê re axivî û got ku 2 balafirên şêrr yên Tirkiyê vê şevê li herêma Soranê, li nêzîkî navçeya Sîdekanê gundên Heşme û Kewetê û Çiyayê Hakurkê, Geliyê Reş û Çiyayê Kewet û Delê bombebaran kirin.
Çelebî wiha dewam kir: “Bombebaran hê jî dewam dike. Heta niha kesî kuştî an jî birîndar heye nîn e, em nizanin.
Ji ber hebûna PKKê, Tirkiye bênavber bombebaranê li herêmê dike.
Di derbarê bûyeran de ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek hat. Li gorî îddaya PKKê, wan li herêma Sîdekan li girê Lelîkan êrîşî artêşa Tirkiyê kirine û 15 leşkerên Tirkiyê kuştine.