Tom Barrack: Êrîşa ser dostên Kurd nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Balyozê Amerîka yê Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Trump bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack erîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Pîrmam a Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Barrack di peyama xwe ya li ser medya civakî de ragihand ku êrîşa ser hevpeyman û dostên wan ên Kurd nayê qebûlkirin û ev yek gefeke rasterast e li ser îstiqrara herêmê.
Barrack teqez kir ku ew ê li beramberî van êrîş û dijminatiyan bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya tam ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman.
Barrack piştgiriya xwe ya bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî jî anî ziman ji bo ku serweriya temam a Iraqê pêk were. Balyozê DYAyê bal kişand ser girîngiya kontrolkirina hemû çekan û da zanîn ku divê hemû hêzên ewlehiyê tenê di bin desthilat û fermandariya dewleta Iraqê de bimînin.