Kurdistan
Treyler li otomobîlê xist û ji ser viyadukê ket jêr: 3 mirî û 3 birîndar hene
PeyamaKurd – Li ser rêya Tarsus-Adana-Gaziantepê li viyaduka Başpınarê ya li Nurdaxiyê, treylera ku sebze barkirîbû ji pare li otomobîlê xist û ji bilindahiya 30 metre de kete jêr.
Di qezayê de 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Di treylerê de ajotvan İslam Görgülü (23) bû û otomobîlê jî Ahmet Ç. dajot.
Piştî tîmên pênwedîdar gihan ciyê bûyerê, dîtin ku İslam Görgülü, Abdurrahman Bölüş (64) û Mevlüt Görgülü (37) mirine. Gurbet B. (60) jî giran birîndar bûye. 2 kesên di otomobîlê de jî sivik birîndar bûne.
Birîndaran birin nexweşxanan lê rewşa yekî ji wan xerab e. Cenazên her sê kesên ku diçûn Sêwerekê û can dabûn, birin tiba edlî ya bajarê Dîlokê ji bo otopsiyê.