TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dîlokê otomobîlekî ji paşde li treylerê xist: Bav û kur mirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 nîsan 2026 12:31

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li ser rêya Nizibê li devera gundê Çaybaşıyê otomobîla ku İbrahim Açıkgöz (50) dajot ji pare li treylera ku Hasan Ö. (27) dajot xist.

Di encamê de otomobil bû weka xurde û kesên otomobîlê de bûn İbrahim Açıkgöz kurên wî Ahmet (20) û Baran Açıkgöz (14) giran birîndar bûn.

Dema tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê, birîndar İbrahim Açıkgöz, zarokên wî Ahmet û Baran Açıkgöz birin nexweşxanê. Lê İbrahim Açıkgöz û kurê wî Ahmet Açıkgöz li nexweşxanê can dan.

Cenazên wan birin tiba edlî ya bajarê dîlokê û piştî karê wan li wê derê qedandin, ji wê derê birin navça wan Qarkamişe (Karkamış) û di goristanê de defin kirin.

Ajotvanê treylerê Hasan Ö. xistin bin çav û lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: