TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Sêrtê otomobîlekî li zilamekî xist û zilam can da

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2026 12:32

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li ser kolana Kurtalanê mirovê bi navê Abdullah Ertaş (73) ku xwest derbasî aliyê dinê yê rê bibe, otomobîlekî lê xist û giran birîndar kir. Qeza do êvarê qewimî.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê û polîsçûn ciyê qezayê. Li ciyê qezayê mudaxele kirin û paşî bi ambûlansê wî birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sertê.

Abdullah Ertaş, li nexweşxanê can da û cenazê wî birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê. Polîs lêpirsîne da destpêkirin.

Parve bike: