TR KU SO
FB X
Kurdistan

Trump: Wan berdin bila ser bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2019 21:34

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêxweşkirina wî artêşa Tirkiyê 9ê Cotmehê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir, îro jî got, ku ew têkilî şerê Tirkan û Kurdan nabin, berdin bila şer bikin.

Trump got ku Tirkiye PKKê wekî terorîst dibîne û şerên Rojhilata Navîn jî şerên bêdawî ne ku ew naxwazin têkilî bibin.

Trump herwiha bal kişand ser pêşnûmayên dorpêçan bi ser Tirkiyê de ku ji aliyê senator Lindsey Graham û senatorên demorat ve hatiye amadekirin û got, “Wezareta xezînê amade ye, dibe peşnûmeyan zêdetir jî pêwîst bibin. Di vê de hevnêrîniyek heye. Tirkiyê xwest em vê nekin. Li bendê bin.”

Parve bike: