Tûncer Bakirhan êrîşa ser Pêşmerge şermezar kir: Dilê me bi Hewlêrê re ye
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tuncer Bakirhan, êrîşa mûşekî ya ku li dijî baregehên Hêzên Pêşmerge yên li nêzî Hewlêrê hate kirin, bi tundî şermezar kir. Bakirhan peyameke xurt a hevxemiyê gihand gelê Herêma Kurdistanê.
Tuncer Bakirhan piştî êrîşa li ser yekîneya Pêşmergeyan a li navçeya Xelîfanê (li devera Soranê), li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma medyaya civakî Xê peyamek belav kir. Bakirhan di peyama xwe de wiha got:
Ez êrîşa ku îro sibê li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan li herêmeke nêzîkî Hewlêrê pêk hat bi tundî şermezar dikim. Ez sersaxiyê ji malbatên Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Herêma Kurdistanê û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixwazim.”
“Ev êrîç beşek ji planeke berfireh e”
Bakirhan bal kişand ser metirsiya berfirehbûna şerê li herêmê û hişyarî da ku ev cure êrîş bi mebest têne kirin.
Wî destnîşan kir ku armanc ew e ku “herêma Kurdan” bikişînin nav şerekî herêmî yê wêranker. Bakirhan wiha peyivî:
Bilindkirina dengê me li dijî kesên ku ev êrîşa hovane pêk anîne, hem ferzeke mirovî û hem jî siyasî ye.”
Banga ji bo têkoşîna hevpar
Hevserokê Partiya DEMê tekez kir ku ew qebûl nakin Kurd bibin qurbana nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî. Bakirhan peyama xwe bi van gotinên xurt bi dawî kir:
Em ê li dijî van êrîşan bi hev re bisekinin û bi biryardarî têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin. Dilê me li Hewlêrê ye; em bi xwişk û birayên xwe re ne û em ê her dem bi wan re bin.”