TR KU SO
FB X
Kurdistan

VİDEO- Mesrûr Barzanî li ser rêya bi melodîya Ey Reqîb seyare ajot

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2026 16:22

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di merasîmeke fermî de projeya stratejîk û nû ya rêya duşerîdî ya Korê – Şeqlawe – Qendîl a bi nirxê 126 milyon dolarî vekir.

Serokwezîr Meserûr Barzanî peyameke vîdyoyî li ser Xê belav kir û têde seyareya ku li ser rêya nû diçû, bi pêlkirina xêzikên rê yên hişyarîyê re dengê Sirûda Ey Reqîb derdixistin.

Serokwezîr Barzanî got ku di vê projeya girîng de du tunel cih digirin û tevahiya karên avakirinê bi pisporî û hêza kedê ya herêmî hatiye pêkanîn.

Vekirina vê rêya nû wekî pêngaveke girîng di pêşxistina binesaziya herêmê û sivikkirina çûnûhatina welatiyan de tê nirxandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku bi projeyên bi vî rengî hem geştiyariya herêmê geş dibe û hem jî bi derfetên xwemalî aboriya Kurdistanê tê xurtkirin.

Parve bike: