TR KU SO
FB X
Kurdistan

VIDEO | Mesrur Barzanî li Urdinê bi protkoleke asta bilind hat pêswazîkirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2020 02:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Adarê piştî nîvro bi serdanekê gihîşte Urdinê. Serokwezîr Barzanî ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem ve û bi protokoleke asta bilind û xemilandina alên Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Mesrur Barzanî li ser vexwendina fermî ya Şahê Urdinê li Eman a paytexta Urdinê ye û şandeke hukmî ya Kurdistanê ligel wî ye.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe de, hejmarek civîn û hevdîtinên girîng ligel berpirsên Urdinê pêk bîne.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê di civînan de behsa pêwnediyên bazirganî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê bê kirin.

Serokwezîr Barzanî li Emanê di civîneke rojnamevanî de got, "Me peywendîyeke mukim li gel Ûrdinê heye û bi nerîna me, em dikarîn hevpişkên baş bin bo pêşxistina kerta aborî û bazirganî û Urdin welatek bûye di şerê DAIŞê de, hevklarîya me kiriye û ev serdan jî bo spaskirina Urdinê ye û pêşxistina peywendîyên aborî û bazirganî ye."

Şahê Urdihê Şah Ebdullah jî girîngiya pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê anî ziman û got, ew amade ne bi her awayê piştevaniyê bidin.

Serdana Mesrûr Barzanî bo Urdinê, yekemîn serdana wî ya wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo welatekî Erebî ye.

 

Parve bike: