Kurdistan
Walîtiya Wanê: Li ser sînorê Îranê 7 koçber mirî hatin dîtin
PeyamaKurd - Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke ragihand ku, li ser sînorê 7 koçber mirî hatine dîtin.
Li navçeya Ebexa Wana bakurê Kurdistanê, ji aliyê tîmên rêxistina AFADê ve termê 7 koçberan hat dîtin.
Tê texmînkirin ku her 7 kesên mirî hatine dîtin koçberên efxanî, pakistanî û sûriyeyî ne.
Di daxuyaniya walîtiyê te hatiye destnîşankirin ku, ji bo sedema mirina wan koçberan were tesbîtkirin, termê wan bo Saziya Tibba Edlî hatine sewqkirin.