Wan, bo Îraniyan rawestgeha yekem e
PeyamaKurd- Gelek geştiyarên Îranî bo cejna xwe ya qurbanê derbas bikin, diçin seredana bajarê Wanê. Wan ji aliyê hewa xwe de hînike û bo geştê bajarekî rengîn e. Ciyên wê yên dîrokî û xwezayî gelekin û bo razanê gelek otêlên wan yên baş hene.
Li gor cûreyên tûrîstan esnafên Wanê xwe eyar dikin û ciyan vedikin. Xelkê Îranê yên ku tên Wanê, hem bo pêdiviyên xwe tiştnan dikirin û di şevê de diçin mekanên ahengê û ciyê hînik. Gola Wanê bi serê xwe xweza ye û li qerexê Gol a Wanê gelek cî bo bêhnvedanê hatine sazkirin.
Dorpêça ser Îranê bandorek nexweş li ser xelkê Îranê kiriye û di welat de nebûna eşyayan semeke ku xelk berê xwe dide Wanê da pêdiviyên xwe temîn bike. Li rexê dinê bi sedema ku nifûsa Îranê gelek jê Kurde, tên Wanê û deverên din yên Kurdistanê bo seredana eqrebayên xwe û hem pêdiviyên xwe ji wan deran temîn dikin.