TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wan | Rûkena 6 salî ji ber êrîsa kuçikan can da

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2021 01:36

PeyamaKurd – Zaroka 6 salî ya bi navê Rûken ku li navçeya Tûşba ya Wanê rastî êrîşa kuçikên kuçeyan hatibû jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî zanyariyan li taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbaya Wanê îro danê sibê zaroka bi navê Rûken Kolcû ya 6 salî rastî êrîşa kuçikan hat.

Rûken 500 metre dûrî mala xwe hat dîtin ku ji ber êrîşa kuçikan li cihê xwe can daye.

Cenazeyê Rûken ji bo otopsiyê bo nexweşxaneyê hat veguhestin û piştre jî li goristana heman taxê hat veşartin. 

Parve bike: