Kurdistan
Wê barûya sietê ya Semsûrê her wext siet 04.17 nîsan bide
PeyamaKurd – Ji bo afata erdheja li Semsûrê (Adıyaman) neyê ji bîrkirin, wê barûya sietê ya nava bajêr her wext siet 04.17 nîşan bide. Xelkê Semsûrê difikire ku biryar gelek başe û girînge da erdheja 6 ê Sibatê nê ji bîrkirin.
Barûya sietê ya nav Semsûrê 45 sal berê hatiye çêkirin. Ji bo erdhejê ji bîr nekin, biryarê dan ku kes dest nedê û xerab nekin.
Şaredarê bajarê Semsûrê Süleyman Kılınç, li bajêr bi rêxistinên sîvîl re hevdîtinan kir û ragihand ku biryarê bi hev re dane.