TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wê li Parlamentoya Kurdistanê rewsa petrola Kurdistanê were guftûgokirin

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2021 23:37

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye vexwendin ku wê bersiva pirsan bide û bi taybet jî nefta Herêma Kurdistanê were guftûgokirin.

Li gorî zanyariyan Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Parlamentoya Kurdistanê, derbarê raporta şirketa Diloitte de civiya û yek ji biryarên civîna wan jî mêvandarîkirina wezîrê çavkaniyên siruştî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Kemal Etrûşî ye.

Hatiye diyarkirin ku 2yê Sibatê Dr. Kemal Etrûşî biçe Parlamentoya Kurdistanê û li gel lijneyê bicive û li ser kêmkirina xercên derxistin û hinardekirina neftê li herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin.

Parve bike: