TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêşmerge bang li Bexdayê kir: Berpirsyar Îran e

Admin H
Nivîskar
📅 07 nîsan 2026 18:29

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser zîncîre êrîşên şeva borî yên dronî li dijî baregehên wan û malên sivîlan pêk hatine daxuyanî da.

Hate diyarkirin ku li sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê baregeheke hêzên Pêşmerge bi du dronên bombekirî yên komên "derveyî qanûnê" hat armancgirtin. Herwiha hat gotin ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê jî bi sê dronên bombekirî êrîşî mala pêşmergeyekî bi navê Mûsa Enwer hatiye lêdan û di encama vê êrîşa hov de Mûsa Enwer û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dane û gihiştin pileya şehadetê.

‘Berpirsyar Îran û komên çekdar in’

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bi tundî ev êrîş şermezar kirin û wekî "destdirêjiya li ser serweriya herêmê" pênase kir. Di daxuyaniyê de bi awayekî eşkere hat destnîşankirin ku berpirsyariya van bombebaranan di stuyê Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdar ên derveyî qanûnê yên li Iraqê de ye. Wezareta Pêşmerge sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku ev êrîş berdewamiya xirabkariyên li dijî Herêma Kurdistanê ne û xwîna şehîdan tu carî li erdê namîne.

Bang li Bexdayê hat kirin

Di beşa dawî ya daxuyaniyê de, Wezareta Pêşmerge bangawaziyek li hikûmeta navendî ya Iraqê kir. Wezaretê daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê kir ku li gorî berpirsyariyên xwe yên yasayî, ewlehî û destûrî tevbigere. Hat destnîşankirin ku divê Bexda sînorekî ji bo van êrîş û bombebaranan deyne da ku asayîşa herêmê û jiyana welatiyan nebe qurbana nakokiyên siyasî û leşkerî.

Parve bike: