Kurdistan
Wezareta Pêsmerge bangewazî li kompaniyên kelûpelên tenduristiyê kir
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hemû kompaniyên ku di warê berhemanîn û bazirganiya kelûpelên tenduristiyê li Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkeş kir.
Rêveberiya Giştî ya Peymanan a Wezareta Pêşmerge, di daxwaznameyê de bang li hemû kompaniyên berhemanîn û bazirganiya pêdawîstiyên pizîşkî dikin kir, beşdarî îhaleya vekirî ya projeya vekirina odeya neştergeriyê bo nexweşxaneya Wezareta Pêşmerge bikin.
Hat diyarkirin ku 10 şert û merc ji bo beşdarbûna şîrketan hene; heqê vexwendinê, heqê îhaleyê û tarîxên wergirtin û vekirina îhaleyan jî hene.