TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêsmerge hisyariya DAISê da: Amadekariyê dike

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2021 17:46

PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge yê Berpirsê Medya û Ragihandinê di Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê de Osman Muhammed, derbarê gefên DAIŞê de hişyarî dan.

Muhammed ji K24ê re daye xuyakirin ku niha amadekariya siyasî û leşkerî ya DAIŞê heye û di bêdengiyê de ye ku bi taybet li benda xwepêşandanên li Iraqê ye.

Fermandarê Pêşmerge hişyarî da hemû aliyan û got, “Niha gefa DAIŞê ji berê ne kêmtir e.”

Berpirsê Pêşmerge destnîşan kir ku DAIŞ li benda zêdebûna aloziyan e û dixwaze şerê çekdarî dest pê bike û got, “Wê demê jî li herêmên DAIŞ dike armanc xeterî zêdetir dibe.”

Parve bike: