Kurdistan
Wezîrê Derve yê Îmaratê sersaxî da Mesrûr Barzanî
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdulah bin Zayid Al Nehyan bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir û sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokê Hikûmetê ku roja yekşemê hate dayîn, Wezîrê Derve yê Îmaratê ji ber koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata Barzanî, Xwedêjêrazî Şêx Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî hevxemiya xwe anî ziman.
Mesrûr Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Îmaratê kir ku di vê roja xemgîn de bi telefonê peywendî kiriye û sersaxî parve kiriye.