TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wêzîrê Macaristanê pesnê mêvanperwerî, astî û pêkvejiyana li Kurdistanê da

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2021 20:56

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Macaristanê (Hengarya) bo Alîkarîkirina Xirîstiyanên Sitemlêkirî, Tristan Azbej kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Macaristanê pesnê Herêma Kurdistanê da ku nimûneyeke pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî ye li herêmê, mêvandariya bi sed hezaran aware û penaberan kiriye û di nav wan de jî Krîstiyanan.

Wezîrê Dewletê yê Macaristanê Tristan Azbej spasiya hêzên Pêşmerge kir ku ji bo parastina Xirîstiyanan û pêkhateyên din, di dema şerê DAIŞê de gelek qurbanî dan.

Tristan Azbej herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber serxistina serdana Papayê Vatîkanê û pêşwaziya germ ku li Herêma Kurdistanê lê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Macaristanê kir di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî dijî DAIŞê de û kêfxweşiya xwe bi pêşvebirina pêwendiyên ligel Macaristanê anî ziman.

Parve bike: