TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Navxwe li ser koçberiya gêncan bi berpirsên îdareyên serbixwe û parêzgaran re dicive

Admin L
Nivîskar
📅 10 mijdar 2021 16:30

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, îro di civînekê de wê derbarê koçberiya gêncan, bi berpirsên îdareyên serbixwe û parêzgaran re biaxive.

Li gor zanyariyan, îro roja Çarşemê 10.11.2021ê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û jimareyeke wezîr û parêzgar û berpirsên îdareyên serbixwe, di civînekê de koçberiya gêncan wê bê gotûbêjkirin.

Herwiha ligor zanyariyan, di civînê de wê diyardeya koçberiya gencan ber bi Ewropayê û rêlibergirtina wê koçberiyê were gotûbêjkirin.

Li aliyê din biryar e şandeke Parlamentoyê jî biçe ser sînorê Belarûs û Polandayê û rewşa penaberan li wir bibîne û raportekê amade bike. Piştî rapora şanda Parlamenteran, Parlemento û Hikûmet wê gotûbêjan li ser diyardeya koçberiyê bike.

Parve bike: