TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Pêsmerge çar tist li Pêsmergeyan qedexe kirin

📅 26 mijdar 2019 16:27

PeyamaKurd -  Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê, Şoriş Îsmaîl bi fermanekê çar tişt li Pêşmergeyan qedexe kirin

Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl fermannameyek ji tevahiya yekîne û dezgehên girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re sand û çar tişt li nav hêzên Pêşmerge de qedex kir. Di fermannameyê de tê gotin ku kesên riayetî vê yekê nebin dê bêne sizadan.


Li gorî fermannameya ev çar tişt li  Pêşmerge hatin qedexekirin:

  • Xebatên hizbî li nav Wezareta Pêşmerge.
  • Sepandina cezayên siyasî bi ser pêşmergeyan de.
  • Çalakiyên siyasî û hizbî.
  • Wergirtina abone ji pêşmergeyan.

Di fermannameyê de hişyarî hatiye dayîn û hatiye gotin, her kesê ku wê fermanê binpê bike dê bê cezakirin.

Parve bike: