TR KU SO
FB X
Cîhan

Îrlanda çûna 2 wezîrên Îsraîlê ya Îrlandayê qedexe kir

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 16:22

PeyamaKurd – Hukumeta Îrlandayê biryara qedexeya çûna 2 wezîrên Îsraîlê ya ji bo Îrlandayê qedexe kir: Ya wezîrê ewlehiya netewî Itamar Ben-Gvir û ya wezîrê darayî Bezalel Smotrich.

Wezareta dadê ragihand ku biryar li ser fermana serokwezîr Micheal Martin hatiye dayîn. Biryarê bi sedema ku li Fîlîstînê rewşa mirovî nexweş bûye daye û biryar di rojnama fermî ya Îrlanda de hatiye belavkirin.

Eger her dû wezîr hewl bidin ku bikevin Îrlandaye wê nehêlin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku hewce nake biryara parlementoyê hebe û biryara wezaretê bi tena serê xwe bes e.

Parve bike: