Skotland, Galler û Bakurê Îrlandayê gava cudabûna ji Brîtanyayê avêtin
PeyamaKurd -
Serokên Skotlend, Galler û Bakurê Îrlandayê ku ligel îngilistanê Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya) pêk tînin, bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku wan ji bo veqetîna ji Brîtanyayê yadaştnameya hevfêmkirinê îmze kiriye.
Serokwezîrê Skotlendê John Swinney, Serokwezîrê Gallerê Rhun ap Iorwerth, Serokwezîrê Bakurê Îrlandayê Michelle O'Neill û Seroka Partiya Sinn Feinê Mary Lou McDonald li paytexta Gallerê Cardiffê hatin gel hev û ev pêngava dîrokî avêtin.
Di yadaştnameya ku ji aliyê serokên alîgirên serxwebûnê ve hatiye îmzekirin de hat destnîşankirin ku her neteweyek xwedî maf e bi rêyên demokratîk çarenûsa xwe diyar bike. Serokan bang li hikûmeta Îngilîstanê kirin ku ji bo pêvajoyên serxwebûnê û guhertinên destûrî amadekariyan bike.
Serokwezîrê Skotlendê John Swinney got ku ew dixwazin di nava vê dema parlamentoyê de ji bo serxwebûnê referandumê li dar bixin, Serokwezîrê Gallerê Iorwerth jî diyar kir ku desthilata Westminsterê ji gel dûr ketiye û serokwezîra Bakurê Îrlandayê Michelle O'Neill jî anî ziman ku ev guhertina destûrî êdî nayê rawestandin.