Cîhan
Îran: Me droneke DYAê ya li ser Tengava Hurmizê xist
PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya fermî ya Sûpaya Pasdaran a Îranê, di saetên sibehê de balafireke bêmirov (dron) a sîxuriyê ya DYAê ku li ser asîmanê herêma stratejîk a Tengava Hurmizê xebatên keşfê dimeşand, bûye armanca hêzên wan û hat pûçkirin.
Hat ragihandin ku dronê tixûbên hewayî yên herêmê binpê kirine û ji ber vê yekê hatiye armancgirtin.
Derbarê vê bûyerê û daxuyaniya Sûpaya Pasdaran de, heta niha ji aliyê berpirs û rayedarên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye dan.