Kurdistan
Keşnasiyê ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da
PeyamaKurd - Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma 15an ji bo parêzgehên Amed, Mêrdîn, Rihayê, Batman, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û birûskê da.
Li gorî daxuyaniya Meteorolojiyê, ji demjimêrên şevê pê ve tê pêşbînîkirin ku li van her 6 bajaran baraneke bihêz bibare û dibe ku bibe sedema karesatan.
Rêveberiyê bal kişand ser metirsiyên lehiyê, bilindbûna avê, lêdana birûskê, zîpikê û bayê xurt û daxwaz ji welatiyan kir ku li hember van astengiyan hişyar û bi tevdîr bin.
Her wiha hat diyar kirin, dibe ku ji ber van mercên hewayê yên xerab di veguhastin û liv û tevgera rêyan de jî astengî derkevin.