Kurdistan
WHO 4 ton alîkarî ji bo rûbirûbûna koronayê digihîne Kurdistanê
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku li ser daxwaza Herêma Kurdistanê biryara şandina beşeke din a alîkariyên tenduristiyê dabû, 18ê mehê wan alîkariyan digihîne Hewlêrê.
Endamê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, Dr. Diyar Îbrahîm ragihand, 18ê Tîrmehê karwaneke hevkariyan a Rêxistina Tendirustiya Cîhanî wê bigihîje Hewlêrê ku ji 4 ton kelûpelên pişknînê û pêwîstiyên tenduristiyê yên pêketiyên vîrusa korona pêk tên.
Dr. Diyar Îbrahîm got, şandina van hevkariyan, piştî rêkeftina rasterast a Herêma Kurdistanê ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanê pêk tê.